Tirkiye: 25 binkeyên PKKê hatin bombebaran kirin
Artêşa Tirkiyê, deverên Metîna, Xakurk û Qendîl yên Başûrê Kurdistan û Dêrik û Tirbesipiyê yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê da xuyakirin, şeva borî demjimêr 21:00, firokeyên şer yên Artêşa Tirkiyê, li deverên Metîna, Xakurk û Qendîl yên bombebaran kirine.
Da zanîn jî, di operasyonê de 25 şikeft, sitargeh û komgehên cebilxaneyê yên baregehên PKKê hatine armanckirin û jinavbirin.
Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, droneke Tirkiyê çend caran êrîşî kêlgeha petrolê ya Ewdê li Tirbesipiyê û gundê Sirik ê li Dêrikê bombebaran kirin.
Ev êrîş piştî wê tên, berî du rojan di endama êrîşeke PKKê de li ser binkeyeke artêşa Tirkiyê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê de, 9 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.
Piştî êrîşa PKKê, Tirkiye, bingehên PKKê yên li Garê, Zap, Metîna, Xakurkê û Qendîlê û hin cih û navçeyên rojavayê Kurdistanê bi firokeyan bombebaran kirin.
Di vê derbarê de, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan duhî ragihand, “Gefên liser hebûna Komara Tirkiyê, dê di çavkaniyên de werin astengkirin. Êrîşên li dijî PKK û piştevanên wan bi biryar dê bidomin.”
Basnews
