• Sunday, 15 February 2026
logo

Şerê navbera Hizbula û Îsraîlê gortir dibe

Gulan Media January 14, 2024 Nûçe
Şerê navbera Hizbula û Îsraîlê gortir dibe

Hizbula êrîşî ser 8 noqteyên artêşa Îsraîlê kiriye.

Li gor çapemeniya Îsraîlî êrîşên çekdarên hizbula yên li Başûrê Libnanê bo ser Îsraîl û artêşa Îsraîlê didomin.

Artêşa Îsraîlê diyar kiriye ku, şeva derbasbûyî hizbula bi mûşekan êrîşî ser 8 noqteyên taybet yên artêşa Îsraîlê kiriye û di encama êrîşa han de tankeke artêşê jikar ketiye.

Li gor daxuyaniya han, artêşa Îsraîlê jî bersifa vê êrîşa han daye û çend navendên çekdarên hizbula li Libnanê bordiman kiriye.

Top