• Sunday, 15 February 2026
logo

Amerîka û Brîtanyayê êrîşî Husiyên Yemenê kirin

Gulan Media January 13, 2024 Nûçe
Amerîka û Brîtanyayê êrîşî Husiyên Yemenê kirin

Serokê Amerîkayê Joe Biden ragehand, bi hevpariya li gel Brîtanyayê re bi rengekê serkeftî bingehên komên nêzî Îranê li nav axa Yemenê mûşekbaran kirine.

Fermandariya Hêzên Asmanî ya Artêşa Amerîkayê îro 12.01.2024ê ragehand, bi rêya 100 mûşekan êrîş kirine ser 60 armancan li 16 bingehên serbazî yên Hûsiyan li nav axa Yemenê.

Herwaha ragehand, di êrîşên îro yên Amerîka û Brîtanyayê bo ser Hûsiyan de bingehên embarkirina çek, sîstema mûşekî û dron hatine armanckirin.

Serokê Amerîkayê jî ragehand, eger girjiyên Deryaya Sor zêde bibin dê tevdîrên din jî bidin ber xwe.

Herwaha Serokwezîrê Birîtanyayê Rishi Sunak jî tekezî li ser wê yekê kir ku, êrîşkirina li ser bingehên Hûsiyên nêzî Îranê li nav axa Yemenê giring û di cihê xwe de bû.

Ji aliyekê din ve Amerîka, Brîtanya, Awistiralya, Danîmarka, Almanya, Holanda, Newzelanda, Kanada, Behreyn û Koreya Başûr ragehandineka hevpar parve kiriye û tê de behsa wê yekê kiriye ku, Hûsiyan ji meha Mijdarê were 27 caran êrîş kiriye ser keştiyên bazirganî li Deryaya Sor, ew alî jî li ser dabînkirina ewlehiya wê deryayê rijd in.

Ji aliyekê din ve Nûnerê Rûsyayê li Neteweyên Yekgirtî Vasily Nebenzya daxwaz kir, Civata Ewlehiyê ya Navdewletî îro civîneka bilez li ser êrîşa Amerîka û Brîtanyayê ya li ser Hûsiyên Yemenê bike.

Nûnerê Rûsyayê li Neteweyên Yekgirtî tekez jî kir ku, arêşeyên Deryaya Sor bi rêya serbazî nayên çarekirin, berivajî, penabirin ji bo rêya serbazî dibe sedema çêbûna zêdetir qeyran û nearamiyan li deverê.

 

Basnews

Top