• Sunday, 15 February 2026
logo

Rejîm ciwanekî din yê Kurd qetil kir

Gulan Media January 11, 2024 Nûçe
Rejîm ciwanekî din yê Kurd qetil kir

Di girtîgehê de bi eşkenceyê hatiye kuştin.

Li gor nûçeyên berdest duhê çarşem li girtîgeha Kirmaşanê ciwanekî Kurd yê temen 35 sal ku, bavê du zarokan bûye jiber eşkenceya dijwar ya hêzên rejîma Îranê canê xwe ji dest daye.

Ev ciwanê Kurd navê xwe Peyman Ehmediye û roja sêşemê li bajarokê Newsûdê ya ser bi Paweyê li parêzgeha Kirmaşanê hatiye girtin û heman şev bo girtîgeha navenda Agahî ( dezgeheke îstîxbaratî ya ser bi rejîmê ye) hatiye veguhastin û jiber eşkenceyên dijwar di vê navendê de canê xwe ji dest daye.

Weke tê zanîn sala 2023 bi giştî 8 girtiyên Kurd di girtîgehên rejîmê de jiber eşkenceyê canê xwe ji dest dane.
 

Top