Sûdanî hişyarî da Emrîkayê
Serokwezîrê Iraq a federal, ragehand ku hikumeta wî ji hêzên hevpeyman dixwaze ; Bêyî ku ew mawayekî ji bo çûna wan dîyar bikin, hêzên hevpeyman bi şêweyekî lez û bez û bi rêk û pêk ji Iraqê derbiçin..
Sûdanî di hevpeyvîneke xwe ya li gel ajansa Reutersê de dîyar dike û dibêje; divê peywendîyên me ji nû ve li gel Emrîka bihête rêkxistin. Ji ber hindê jî, wan nevêt bibine armanc û pasawanê çi layenekî. Çi ji bo navxwe, çi jî ji bo derekî ew hez nakin bibine sedemê neseqamgîriya Iraqê û gişt deverê.
Navbirî amaje bi wê çendê jî dide û dibêje; pêdivîye ew hêzene ji Iraqê biçine derê.
Sûdanî, hebûna hêzên leşkirî yên hevpayman li Iraqê, weku egera neseqamgîriya asayîşa welatî dihelsengîne.
Berî demekê komên çekdar ên nêzîkî Îranê daxwaz kiribûn ku hêzên hevpeymanîya navdewletî ji Iraqê vekêşin. Bi taybet piştî êrîşa Emrîka ser baregeha Lîwaya Duwazdê, Bizava Nuceba li şeqema Felistinê ya Bexda, şeş çekdarên bizutnewayê kuştibûn.
Dema destpêkirina şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de, artêşa Emrîka bi firokên bê firokevan, li Iraq û Suriyê bi mûşekan hêrişan dibe ser çekdarên layenên wan.
Li Suriya 900, li Iraqê 2500 leşkirên Emrîka hene. Ji sala 2014-ê bo rêgirî û nehêlana DAİŞ-ê beşek hêzên hevpeyman ji bo rawêjkirin û alîkarîdana hêzên navxweyî û ji bo rêgirî kirina li vegera DAIŞê, ku beşeke mezin ya xaka her du welatan dagîr kiribû.
Basnews
