• Monday, 16 February 2026
logo

Li sînorê Bane 2 kolber hatin kuştin

Gulan Media January 10, 2024 Nûçe
Li sînorê Bane 2 kolber hatin kuştin

Di heyama 24 demjimêrên borî de 2 kolberên li sînorê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê hatin kuştin.

Îro 10.01.2024ê malperên Rojhilatê Kurdistanê ragehandin, du kolberên bi navên Mîrza Ehmedî yê temen 43 salî û Şoreş Xerguşî yê temen 33 salî, bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê hatin kuştin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw ragehand, Mîrza Ehmedî zewicî û bavê du zarokane û bê ku bên agahdar kirin gule lê hatine rêşandin û termê wî jî piştî ji bo nexwaşxaneya Bane hatiye veguhestin, heta naha jî radestî malbata wî nehatiye kirin. Herwaha Şoreş Xerguşî xelkê bajarê Selmasê ye û ji bo karê kolberiyêy çûye sînorê Bane û li wê derê guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê hatiye kuştin.  

 

Basnews

Top