• Monday, 16 February 2026
logo

Amerîka: Me 21 dron xistine erdê

Gulan Media January 10, 2024 Nûçe
Amerîka: Me 21 dron xistine erdê

Dibêje çekdarên Hûsî êrîşî ser xeta keştîraniya cîhanî kirine.

Fermandariya navendî ya hêzên Amerîkî belav kir ku, duhê sêşem çekdarên Hûsî li deryaya Sor bi 21 dron, du mûşekên balistîkî êrîşî ser keştiyan li ser xeta navnetewî ya deryayî ya li behra sor kirine.

Fermandariya navendî ya Amerîkî eşkere kiriye ku, hêzên deryayî yên Amerîkî û Brîtanî karîne pêşiya êrîşa han bigirin û 21 dron û 2 mûşekên balistîkî bixin erdê.

Di daxuyaniya Fermandariya han de hatiye eşkere kirin ku, ti zirarek bi keştiyan neketiye û ev berdewam dibin li ser parastina ewlekariya xeta deryayî ya navnetewî.

 

K24

Top