• Monday, 16 February 2026
logo

Di sala 2023’an zêdetir ji 10 hezar mayîn û teqemenî li Herêma Kurdistanê hatin jinavbirin

Gulan Media January 8, 2024 Nûçe
Di sala 2023’an zêdetir ji 10 hezar mayîn û teqemenî li Herêma Kurdistanê hatin jinavbirin

Dezgeha Giştî ya Karûbarên Mînan da zanîn, wan di sala 2023’an de, 44 qadên mînkirî paqij kirine û bi hezaran mîn û teqemenî jinav birine.

Serokê Dezgeha Giştî ya Karûbarên Mînan Cebar Mistefa îro 8ê Berçile di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, 44 qadên mînkirî ku dike 2 milyon û 803 hezar û 326 metrekare çargoşe, ji mîn û bermahiyên şer hatine paqijkirin.

Li gor daxuyaniya Serokê Dezgeha Giştî ya Karûbarên Mînan, Dezgehê 10 hezar û 133 parçe ji mîn, teqmenî û paşmayên cuda yên şeran jinav birine.

Amaje bi wê jî kir, di encama teqîna mîn û teqemeniyan de, sala borî 10 kesan canê xwe ji dest dane û 13 kes jî birîndar bûne.

Mayîn û paşmayên teqemeniyê li Başûrê Kurdistanê yên ku ji serdema şerê di navbera Iraq û Îranê de hatine vedan, salane dibin sedema kuştin û birîndarbûna gelek kesan.

K24

Top