• Monday, 16 February 2026
logo

Li Îranê cezayê lêdana 74 qamçî li ser keçeke ciwan a kurd hat cîhbicîh kirin

Gulan Media January 7, 2024 Nûçe
Li Îranê cezayê lêdana 74 qamçî li ser keçeke ciwan a kurd hat cîhbicîh kirin

Cezayê lêdana 74 qamçîyan li ser keça kurd a xelkê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê Roya Hîşmetî ku rûniştvana Tehran a paytexta Îranê ye, li Saziya Dadweriya navçeya 7 a Tehranê cezayê wê hat cîhbicîh kirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw vê derbarê de ragehand, ew keça ciwan ku berê ji aliyê Saziya Dadweriya Îranê ve bi bahaneya dijatî kirina li gel ser girêdana naçarî ya ku sîstema Îranê ye, cezayê lêdana 74 qamçiyan li ser hatibû sepandin.

Roya Hîşmetî di tora xwe ya Instagramê de, çîroka dema cîhbicîh kirina cezayê xwe vegot û dibêje: ‘’Dema ez çûm jor, min serê xwe vekir û çûma hundir salonê dengê hewar û giriyê dihat, ku dixwestin kesekî bibin xwarê, dibe ku ji bo cîhbicîh kirina cezayê wî yê darve kirinê jî dibirin.’’

Herwaha dibêje: ‘’Parêzerê min got Roya can, dîsa vê derbarê de bifikire, cîhên lêdana qamçiyan heta demekî dirêj dê di bedena te de bimînin. Em çûn bo baskê yek ê cîhbicîh kirina cezayan, fermanberê wê deverê got, serê xwe girêbide ji bo pirsgirêk ji bo te çênebe. Bi aramî û li gel rêz min jêre got, ez hatime ji bo li ser vê qamçî li min bidin û ez serê xwe girê nadim.’’

Roya Hîşmetî dibêje: ‘’Piştre gazî wî fermanberê ceza cîhbicîh dike hat û got, serê xwe girêbide û li dû min were. Min got ez serê xwe girênadim. Got tu girê nadî? Ez jî dê wisa qamçî li te bidim ku tu bizanî li kuderê yî. Dosyayekî nû ji bo te ezê vekim, heta 74 qamçiyên din jî tu her mêvanê me bî. Min dîsa jî serê xwe girê neda.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Em çûne xwarê, çen xort ji ber vexwarina alkolê anîbûn. Dîsan zilamek bi tundî got ma ez nabêjme te serê xwe girêbide? Min dîsa serê xwe girê neda. Du jinên çarşef li xwe kiribûn hatin û serê min girêdan. Dîsan min jî derxist û ew kare ji bo çend caran dubare bû. Pişt ve ez kelepçe kirim û dîsa serê min girêdan. Dadwer û fermanberê cîhbicîh kirina ceza û jineke çarşef li ser li tenişt min rawestabûn. Ew jin pir bi aşkera nîgeran bû çend caran axînk kêşan û got ez dizanim…dizanim.’’

Roya Hîşmetî diyar kir: ‘’Deriyê hesin vekirin dîwarên aliyê din ji çîmentoyê bûn, textek li odeyê de bû, ku kelepce û qeyda elektronî li ser herdu aliyan bû, amûrekî hesin ê mezin li gel cîhê kelepçê û qeyda hesin bû û di odeyê de tejî qamçîbûn.’’

Navborî got: ‘’Dadwer ji min pirs kir em hatine rewşa te başe? Pirsgirêkekî tine ye? Min qet bersiv neda. Got xanim li gel te me!! Min dîsa bersiv neda. Zilamê fermanber ê cîhbicîh kirina ceza got paltoyê xwe derbêxe û li ser text razê. Palto û lêçek li ser payeya îşkence danî û got lêçeka xwe girêbide. Min got girê nadim. Quranê di bin destê xwe de dayne û qamçiyan lêbide û min xwe li ser text dirêj kir. Ew jin hat û got, tîka dikim serê xwe neveke û lêçek anî serê min girêda.

Roya Hîşmetî got: ‘’Wî zilamî di nav wan hemû qamçiyên pişt derî qamçiyekî çerm a reş girt. Du caran li destê xwe aland û hat ber text. Dadwer got pir tund lê nede. Wî zilamî dest bi lêdanê kir. Milên min, pişta min, qalçeyên min, rahnên min, lingê min û dîsa careke din ji nû ve û min hejmara qamçiyan ne hejmart.’’

Roya Hîşmetî got: ‘’Temam bû hatim derve. Bi taybet min nehêla wisa bifikirin ku ez êşiyame jî, ew gelek sivikin ji wê gotinê jî. Piştre em çûn serê gel dadwerê cîhbicîhkarê cezayan. Fermanbera jin li pişt min dihat û nedihêla ku lêçeka min ji serê min bikeve. Li ber derî min lêçek anî xwarê, wê jinê got ez tîka dikim serê xwe dernexe. Min neda serê xwe û wê dîsa xiste serê min. di odeya dadwer de, dadwer got em bixwe jî ji vê rewşê keyfxweş nînin, lê ev yasaye û divê cîhbicîh bibe, min bersiv neda. Got eger dixwazî bi awayekî din jiyan bikî, dikarî biçî derveyî Îranê. Min gotê ev welate yê me hemûyane. Got belê, lê divê yasayan em li berçav bigrin. Min got bila yasa karê xwe bike, em jî dê berxwedana xwe berdewam bikin.’’

 

Basnews

Top