Ehmed Ebyez: Eger êrîşên milîşyayan berdewam bin, hêla 36ê dê ji bo parastina Herêma Kurdistanê bê çêkirin
Berdevkê Hevpeymaniya Opozisyona Îraqî amajeyê dide, eger êrîşên milîşyayên Îraqê li ser Herêma Kurdistanê berdewam bin, hêla 36ê dê ji bo parastina Herêma Kurdistanê bê çêkirin.
Doh (pêncşem, 4ê Çileya 2024ê) Siyastvan û Berdevkê Hevpeymaniya Opozisyona Îraqî Ehmed Ebyez ji K24ê re amaje da ku divê li Îraqê guhertin bên kirin ji bo ku seqamgirî ji bo Îraqê vebigere.
Wî siyasetvanî got, “Milîşyayan, ku li vê dawiyê berjewendiyên Amerîkayê li Îraqê dikin armanc, êrîş kir ser Herêma Kurdistanê jî, lewma artêşa Amerîkayê givaştinan dixe ser Biden ku şer berfireh nebe û her li nav Xezzeyê bimîne, lê Amerîka niha bersiva milîşyayan dide û Israîl jî êrîşî Hizbulahê dike”.
Ehmed Ebyez di derheqa desthilata Hikûmeta Îraqê de got, “Ev hikûmeta Îraqê ji milîşyayan hatiye, tevaya hikûmetên din jî ji bo lawazkirina biryara Kurdan li Bexdayê kar dikir, zêdebarî bihêzkirina taîfiyetê û bêhêzkirina Suneyan. Niha welat û dadwerî û pere di destên milîşyayan de ne, arêşe ji wî kesî ye yê vê yekê qebûl dike, milîşyayan tenê bawerî bi bêserûberiyê heye”.
Herwesa got, “Ez gelê Îraqê haydar dikim ku ew êrîş destpêk e û hêşta êrîş dê li dû wê bên û rewşa Îraqê dê bikeve ber metirsiyê, mimkin e teror dîsa vebigere û têkdan çê bibe, êdî êrîş dê li ser Amerîkayê berdewam bin”.
Wî siyasetvanê Îraqî tekez kir, “Em bergiriyê ji hêza Pêşmergeyan dikin ji ber ku hêzeka dîrokî ye, serkirdetiyeka siyasî û hikûmî heye ku wê bi rê ve dibe, lê dema em behsa Îraqê dikin, me bi wî rengî nedîtiye, ez dibêjim ku ez naxwazim Pêşmerge bibe pareka wan milîşyayên Îraqê, ji ber ku niha çi pîşeyî di artêşa Îraqê de nîne, nabe ku em hêza Pêşmergeyan bibin rêza wan milîşyayan”.
Li dawiyê jî got, “Eger milîşya li ser êrîşên xwe bo ser Herêma Kurdistanê berdewam berdewam bin, pêşniyarek heye ku hêla 36ê vebigere û Herêma Kurdistanê ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve bê parastin”.
K24
