Serdana Reîsî bo Tirkiyeyê dîsa hate hilweşandin
Biryar bû îro biçe Enqereyê.
Li gor çapemiya Îranî û Tirkî biryar bû îro pêncşem Serokkomarê Îranê Îbrahîm Resîsî serdana Tirkiyeyê bike û li Enqere li gel Erdogan bicive.
Lê çapemeniya Îranî îro pêncşem diyar kir ku, jiber teqînên duhê yên li bajarê Kirmanê ku, bibûn sedema mirina zêdetir ji 100 kesan û birîndar bûne zêdetir ji 200 kesan, ev serdana Reîsî bo Tirkiyeyê hatiye hilweşandin.
Weke tê zanîn sala derbasbûyî jî Reîsî careke din serdana xwe bo Tirkiyeyê paş xistibû.
