• Monday, 16 February 2026
logo

Serokwezîrê Kurdistanê sersaxî da gelê Îranê

Gulan Media January 4, 2024 Nûçe
Serokwezîrê Kurdistanê sersaxî da gelê Îranê

Êrîşa bajarê Kirmanê mehkûm dike.

Êvara îro çarşem Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de ku, li ser hesabê xwe yê li X (twitter) belav kiriye, jiber teqînên li bajarê Kirmanê li Îranê sersaxî daye gelê Îranê, hevxemiya xwe bo kesûkarên qurbaniyan diyar kiriye û hêviya bilez başbûnê jî bo birîndaran xwestiye û êrîşa terorîstî jî bi tundî mehkûm kiriye.

Weke tê zanîn îro danê êvarê dema merasîma bîranîna Qasim Silêmanî de du teqîn li bajarê Kirmanê çê bûne û di encama wan teqînan de herî kêm 103 kes hatine kuştin û zêdetir ji 170 kesên din jî birîndar bûne.

Top