• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel Serokê hevpeymaniya Siyade civiya

Gulan Media January 4, 2024 Nûçe
Serok Barzanî li gel Serokê hevpeymaniya Siyade civiya

Behsa rewşa ewlekarî ya Îraq û deverê hate kirin.

Îro Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Serokê hevpeymaniya Siyade ya Îraqê Xemîs Xencer kir.

Di civînê de rixmî giftûgo kirin li ser rewşa siyasiya Îraq û deverê, hevdem giftûgo derbarê metirsiyên ewlekarî û gefên ewlehiyê yên li ser deverê hate kirin.

Di berdewamiya civînê de behsa encamên hilbijartinên şaredariyên Îraqê jî hate kirin û tekez li ser girîngiya hemahengiya aliyên serkeftî bo ava kirina hikûmetên xwecîhî hate kirin.

 

 

Top