• Monday, 16 February 2026
logo

Bi biryara Serokwezî Mesrûr Barzanî nirxê nan û Semonan tê kêmkirin

Gulan Media January 4, 2024 Nûçe
Bi biryara Serokwezî Mesrûr Barzanî nirxê nan û Semonan tê kêmkirin

Bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji destpêka hefteya bê ve, her 10 nan û semon bi 1000 dînarî dê bên firotin. Her nanxane û semoxaneyek ku li gorî biryarê tevnegere, dê rêkarên yasayî li hemberê bên girtin.

Qeymeqamê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd ji K24ê re ragehand, bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî, li hemû parêzgeh û îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê, ji destpêka hefteya bê ve 10 nan û salmon ku giraniya wan ne kêmtirî 90 gram be, dê bên firotan.

Bi gotina Nebez Ebdulhemîd, ev biryar di berjewendiya giştî ya welatiyên Herêma Kurdistanê de, piştî şêwirîna li gel Wezareta Bazirganî û Rêveberiya Çavdêriya Bazirganiyê hatiye dayîn. Her nanxaneye û semonxaneyek jî li gorî biryarê tevnegere, dê li dijî wan tedbîrên yasayî werin girtin û bêne girtin.

Qeymeqamê Hewlêrê got jî: “Em xwediyên nanxane û semoxaneyan jî piştrast dikin ku emê berjewendiyên wan biparêzin. Çend biryar di berjewendiya wan de hatine dayîn, ji wan jî kêmkirina ji sedî 50 kirêya elektrîkê û pişgirîkirina ard ku dê ard bi nirxekî erzantir ji aşê Hewlêrê bikirin. Her wiha dê bi bihayekî erzan gaza şil ji bo wan bê dayîn.”

Diyar kir jî, biryar di 07-12-2023 de, ji aliyê serokatiya Encûmena Wezîran ve derketiye û ji wezareta navxwe re hatiye şandin, ku ji bo li hemû parêzgehan û rêveberiyên xweser were giştîkirin. Herwiha ji Wezareta Bazirganiyê re jî were şandin, ta ku gavên pêwîst ji bo cîbicîkirina biryarê bavêje.

Qeymeqamê Hewlêrê da zanîn, berê 10 nan û samon bi 1000 dînar dihatin firotin, lê piştre ji ber bihabûna ard û zeytê, nirxê nan zêde bûbû.

 

K24

Top