• Monday, 16 February 2026
logo

Seroka Fraksiyona PDKê: Em danûstanê li gel wan aliyan nakin ku hewla têkdana pêwendiyên Bexda û Hewlêrê didin

Gulan Media January 4, 2024 Nûçe
Seroka Fraksiyona PDKê: Em danûstanê li gel wan aliyan nakin ku hewla têkdana pêwendiyên Bexda û Hewlêrê didin

Seroka Fraksiyona PDKê li encûmena nûnerên Iraqê Viyan Sebrî dibêje ti egerek tine ji bo gotûbêj kirina li gel wan grubên ji yasayê derketî bên kiirn û diyar kir: Her demekî nêzîkbûna navbera Bexda û Hewlêrê hebe, êrîşên bi dron li ser Herêma Kurdistanê tên kirin.

Seroka Fraksiyona PDKê di hevpeyvîneke li gel kanala El Şerqiye de ragehand: ‘’Em nikarin danûstanê li gel wan aliyan bikin ku hewla têkdana pêwendiyên di navbera Bexda û Hewlêrê didin. Di cîha danûstandinan de divê em li dijî wan rawestin û rêgiriyê li piştevanî û darayiya wan bikin.’’

Herwaha amaje bi wê yekê jî dike ku her nêzîkbûnek di navbera hikûmeta Bexda û Hewlêrê de xizmeta grubên çekdaran nake, ji ber wê jî bi rêya dronan ve hewla têkdana asayîşa Herêma Kurdistanê didin.

Derbarê egera beşdarî kirina PDKê di dengdana li ser derxistina hêzên biyanî de jî Viyan Sebrî got: ‘’Li gor min ev hikûmeta federal divê pêwîstiya piştevaniya hêzên biyanî diyar bike û her hêvinekî neseqamgiriyê jî dê bibe sedemê serhildana careke din a DAIŞê.’’

 

Basnews

Top