Qeter û Amerîka rêkeftinek îmze kirin
Ev rêkeftin bo 10 salane.
Li gor çapemeniya cîhanî duhê di navbera Amerîka û Qeterê de rêkeftineke girîng hatiye îmzekirin.
Li gor rêkeftina han Qeter daxwaz kiriye ku, hêzên Amerîkî yên li Qeterê bo 10 salên din li vê welatî bimînin û Amerîka jî ev yek qebûl kiriye.
Weke tê zanîn mezintirîn navenda leşkerî ya Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn li Qeterê ye ku, dikare 10 hezar leşker bihewîne.
