Malbateke Duhokî piştî 45 salan du keçên xwe yên revandî dîtin
Malbateke Duhokî ragihand, 2 keçên wan di sala 1979an de ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve hatibûn revandin û li Sûriyeyê hatibûn firotan, piştî 45 salan ew bi serbilindî vegeriyan nav malbata wan.
Mesûd Xalid Koçer, birayê wan du jinên ku ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve hatine revandin, di konferanseke rojnamevanî de behsa revandina du xwişkên xwe kir û got: “Di sala 1976’an de bavê min Xalid Koçer Pêşmerge bû, rejîma Beisê her tim zext li wî dikir ku xwe radest bike û ji Pêşmergetiyê derkeve.”
Herwaha got: “Piştre rejîma Beisê dayik, bira û xizmên bavê min girtin û birin girtîgehê û tenê armanca wan ew bû ku bavê min xwe radest bike.”
Mesûd Xalid Koçer diyar kir: “Ev karesata ku bi serê me de hatiye, bi serê xizmên hemû Pêşmergeyên şoreşên Gulan û Îlonê de hatine û ev karesat ji Enfalê ne kêmtir e.”
Navborî got: “Di sala 1979’an de du xwişkên min ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve hatin revandin û li Sûriyê hatin firotin. Dema xwişkên min hatibûn revandin, yek 4 salî û ya din 6 salî bû.”
Koçar got: “Piştî ku xwişkên min li Sûriyê hatin firotin, yek ji wan di sala 1999an de û ya din jî di sala 2011an çûn Almanyayê. Herdu xwişkên min zewicî ne û her du zavayên min jî kurdên ji Rojava ne.”
Herwaha diyar kir: “Li Almanyayê testa DNA'yê nîşan da ku ew her du jî, xwişkên min in û em ji vê yekê agahdar bûn. Xweşbextane piştî 45 salan hatin cem malbata me.”
Basnews
