• Monday, 16 February 2026
logo

Wezîrê Petrola Iraqê: Em hewl didin petrola Herêma Kurdistanê henarde bikin

Gulan Media January 3, 2024 Nûçe
Wezîrê Petrola Iraqê: Em hewl didin petrola Herêma Kurdistanê henarde bikin

Cîgirê Serokwezîrê Iraqê yê karûbarên Wuze û Wezîrê Petrolê Heyan Ebdulxenî îro ragehand: ‘’Wezareta Petrolê kar dike ji bo zêde kirina berhemanîna petrolê û cîhbicîhkirina pêdiviyên plana 5 salan ji bo geheştina bi rêjeya berhemanîna 6 milyon bermîlan di rojekî de.

Herwaha got: ‘’Me bilindkirina berhemanînê de rêjeyekî berçav bidest xistiye û plana me heye ku em armanca xwe bidest bixin.’’

Heyan Ebdulxenî got, ew di pêşxistina projeyên veberhênana gazê de serkeftî bûne û diyar kir: ‘’Di dema borî de rêjeya veberhênana gazê li bîrên petrolê zêde bûye û îsal jî zêdekirina 200 bîran dê hebe ku kompanya gaza Besra vebertîne, herwaha soza zêdekirina bîrên kompanyayên petrola Meysan û Zîqar jî dê pêkbê.’’

Ebdulxenî got: ‘’Em kar dikin ji bo destpê kirina henardekirina petrola xaw bi rêya Herêma Kurdistanê ve û ji bo zêdekirina dahata darayî bo piştgirîkirina xezîneya dewletê.

Wezîrê Petrola Iraqê diyar kir di sala 2024ê de dahata darayî dê zêdetir be ji wê plana hatiye danîn û hêvîdarin di sala nû de destkeftên zêdetir em bidest bixin.

 

Basnews

Top