PDK, deriyê gotûbêjê vedike û li parêzgeha Nînowa dest bi danûstandinan dike
Wekîlê berpirsê mekteba rêxistina PDKê yê Nînowa aşkera dike, PDKê derî vekiriye û bi fermî dest bi danûstandinan dikin. Heman demê de guman li rast û dirustiya proseya helijbartinê ya li Nînowa dikin.
Îro 03.01.2024ê wekîlê berpirsê mektebar rêxistina PDKê yê Nînowa Nazim Kebîr ji malpera fermî ya PDKê re ragehand, ku gumana wan ji proseya helbijartinê ya li parêzgeha Nînowa heye û li gor du demjimêr berî dawî hatina proseya dengdanê, ‘’Me pêwendî li gel komîsyona helbijartinê pêkanî, ji me re gotin ku rêjeya beşdariyê li helbijartinê de sedî 30 bûye, lê piştî dawî hatina helbijartinê rêje gelek bilind bû û em bi gumanin ji wê rêjeya beşdariya dengdêran.’’
Herwaha got: ‘’Li gel wê jî PDK her wek hêza yekem a parêzgeha Nînowa ma û ti partiyekî siyasî bê hevpeymanî dengê wê ji yên PDKê zêdetir nîne. Hejmara dengên me jî zêde bûye li gor helbijartina berê. Ji ber wê jî em xwe şirîkê rêveberiya parêzgehê dizanin, em dixwazin xizmeta xelkê Nînowa bikin û beşdarbin di proseya rêveberiya parêzgehê de.’’
Nazim Kebîr diyar kir: ‘’PDK pêgehekî dîrokî û bihêz li Nînowa heye û zehmete bê PDK ti aliyek bikare îdareya parêzgehê birêve bibe û parêzgar bê PDKê diyar bike. Em wek PDK jî deriyê me vekiriye ji bo hemû kutle û hêzan bo ava kirina hevpeymanî û rêkeftinê. Bi awayê ne fermî jî danûstan heye derbarê pêkanîna îdareya xwecihî ya Nînowa de û daxwaz jî hene bo ku li gel PDKê bigehin rêkeftinê. Di dema pêş de bi awayekî fermî emê dest bi danûstandinê bikin ji bo pêkanîna hikûmeta xwecihî ya Nînowa û diyarkirin parêzgar.’’
Basnews
