• Monday, 16 February 2026
logo

Îraqê di mehekê de bi 8,3 milyar dolaran petrol firotiye

Gulan Media January 3, 2024 Nûçe
Îraqê di mehekê de bi 8,3 milyar dolaran petrol firotiye

 Wezareta Petrolê ya Îraqê meha borî 108 milyon bermîl petrol firotiye û dahata wê ya ji vê firotinê bi ser 8,3 milyar dolaran ketiye.

Wezareta Petrolê ya Îraqê amarên firotina petrolê û dahata petrolê yên meha borî (Kanûna Pêşîna 2023yan) eşkere kirin.

Li gorî amarên SOMOyê ku kompanyayeke firotina petrola xav e, Îraqê meha borî 108 milyon û 56 hezar û 590 bermîl petrol firotiye.

Dahata Îraqê ya ji vê petrolê jî gihiştiye 8 milyar û 316 milyon dolaran.

Wezareta Petrolê ya Îraqê destnîşan kir ku meha borî ji parzûngehên başûr û naverastê Îraqê 107 milyon û 592 hezar û 532 bermîl petrol hatiye firotin.

Herwiha Îraqê 464 hezar û 58 bermîl petrol firotiye Urdinê.

Îraqê rojane 3 milyon û 486 hezar bermîl firotiye û her bermîlê petrolê di zik hev de bi 76,96 dolaran hatiye firotin.

Li aliyê din SOMOyê destnîşan kir ku Îraqê Çiriya Paşîna 2023yan 102 milyon û 975 hezar û 782 bermîl petrol firotiye û dahata wê ya ji vê petrolê gihiştiye 8 milyar û 512 milyon dolar.

Îraqê meha Çiriya Paşîna 2023yan 3 milyon û 433 hezar bermîl petrol firotiye û bihayê her bermîlekî petrolê 82,66 dolar bûye.

 

Rudaw

Top