• Monday, 16 February 2026
logo

Ji ber teqîna bombeyekî çandî, efserekî kurd şehîd bû

Gulan Media January 2, 2024 Nûçe
Ji ber teqîna bombeyekî çandî, efserekî kurd şehîd bû

Îro 02.01.2024ê li sînorê qeza Şirgat a ser bi parêzgeha Selahedîn, ji ber teqîna bombeyekî çandî efserekî kurd şehîd bû.

Li gor zanyariyên BasNewsê îro 02.01.2024ê li sînorê Şirgatê Lîwaya 91 a artêşa Iraqê ku kurdin, bi hevbeşî li gel hêzeke din a ewlehiya Iraqê, operasyonek ji bo paqijkirina çolên Şirgatê hate kirin.

Li gor zanyariyan di dema operasyonê de bombeyekî çandî ya çekdarên DAIŞê bi fermandarê fewcekî artêşa Iraqê Muqadem Soran Mihemed û fermandarê fewcekî din ê hêzên ewlehiya Iraqê de teqiya û ji ber wê jî herdu efseran jiyana xwe ji dest dan.

 

Basnews

Top