• Monday, 16 February 2026
logo

Li Dêrsimê erdhej çêbû

Gulan Media January 2, 2024 Nûçe
Li Dêrsimê erdhej çêbû

 Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê erdhejek bi hêza 4,2 pileyên rîxterê çêbû.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku îro demjimêr li navçeya Pilemûriyê ya parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê erhejek bi hêza 4,2 pileyan çêbûye.

Li gorî AFADê, kûrahiya erdhejî 8.7 kîlometre bûye û li navenda bajarê Dêrsimê û çend navçeyên derdorê jî hatiye hîskirin.

Hat ragihandin ku piştî erdhejê ti pêşhatek neyînî çênebûye û li ser vê yekê aliyên pêwendîdar nehatine agahdarkirin.

Li aliyê din li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê 3 erdhejên li pey hev ên bi hêza 4.4, 3.5 û 4.5 çêbûbûn.

Piştî wan erdhejan Mamosteyê Beşa Endezyariya Jeolojiyê ya Fakulteya Madenê ya Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê Prof. Dr. Nacî Gorur li ser egera erdhejên nû, ji bo 5 parêzgehên Bakurê Kurdistanê yên Bedlîs, Semsûr, Colemêrg, Dêrsim û Çewlîgê hişyarî dabû û tekez kiribû ku divê bajarên li hemberî erdhejê xweragir bên avakirin.

 

Rudaw

Top