• Monday, 16 February 2026
logo

Tirkiye: Berpirsekî PKKê di operasyoneke MÎTê de li Silêmaniyê hat kuştin

Gulan Media January 2, 2024 Nûçe
Tirkiye: Berpirsekî PKKê di operasyoneke MÎTê de li Silêmaniyê hat kuştin

Çapemeniya Tirkiyê ragehand, berpirsekî PKKê yê bi navê Ebdulmutelîp Dogrucî li çolterên Silêmaniyê di operasyoneke Saziya Îstixbarata Mîlî ya Tirkiyê (MÎT)ê de hatiye kuştin.

Li gor Ajansa Anadolu ya zimanê fermî ya dewletê, MÎTê yek ji berpirsên PKKê yê bi navê Ebdulmutelîp Dogrucî yê ku wek Cesur Wedat tê naskirin di operasyonekî de ji kar xistiye û li gor heman çavkaniyê ew berpirsê PKKê ji bazirganiya madeyên hişber berpirs bûye.

Ajansa Anadolu îdîa kir ku ew berpirs ji karûbarê bazirganiya madeyên hişber berpirs bûye û ji bo wê jî ji aliyê rêxistina PKKê ve taybet ji bo wî karî hatiye peywirdar kirin û di operasyoneke MÎTê ya li çolterên Silêmaniyê hatiye kuştin.

Hat ragehandin ew berpirsê PKKê berê li Stenbolê karê bazirganiya madeyên hişber kiriye û ji ber wan tewanan hatiye darizandin û sala 2017ê de derbasî Iraqê bûye û li wê derê ew kare kiriye.

 

Basnews

Top