• Monday, 16 February 2026
logo

Şeva borî li Hewlêrê 54 kes birîndar bûn

Gulan Media January 1, 2024 Nûçe
Şeva borî li Hewlêrê 54 kes birîndar bûn

Şeva borî li Hewlêrê 54 kes di merasîmên cuda yên pêşwazîkirina li sersala nû de, birîndar bûn.

Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Hewlêrê ragihand, di şeva sersalê de 10 tîmên bijîşkî li ser erkê xwe bûn. Di pîrozbahiyên sersalê de, 54 kes birîndar bûbûn û hatin dermankirin.

Rêveberiya Tendirustiya Hewlêrê spasiya tîmên xwe yên di beşa operasyonên bijîşkî de dike ku di dema rûmalkirina ahengên sersalê de, bi awayekî rêkûpêk kar kirine.

 

K24

Top