• Monday, 16 February 2026
logo

Wezareta Derve ya Amerîkayê li hember êrîşên Tirkiyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê nîgeran e

Gulan Media December 28, 2023 Nûçe
Wezareta Derve ya Amerîkayê li hember êrîşên Tirkiyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê nîgeran e

Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê êrişên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê de, bersiva K24ê dide.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ji K24ê re ragihand, ew ji ber êrîşên asmanî yên vê dawiyê li seranserî Rojavayê Kurdistanê ku bûne sedema kuştin û birîndarbûna sivîlan, nîgeran in.

Wezareta Derve ya Amerîkayê got: “Em dixwazin bilez tundûtûjî kêm bibe û rêz li hêlên agirbestê were girtin.”

Artêşa Tirkiyê ji roja 24ê vê mehê ve bi riya dronan bi dehan sazî û navendên xizmetguzariyê û xalên asayiş û HSDê li navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirine.

Li gor amarên dawî, di encama êrîşên Tirkiyê de, 8 kes hatine kuştin û 18 kesên din jî birîndar bûne ku piraniya wan sivîl in.

 

Basnews

Top