Li Dêrsimê di çalakiya piştevaniya Rojavayê Kurdistanê de 6 kes hatin binçavkirin
Li Dêrsimê, êrîşên Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê hatin şermezarkirin, di encamê êrişên polisan de 6 endamên DEM Partiyê hatin binçavkirin.
Artêşa Tirkiyeyê ji roja 24ê vê mehê ve bi riya dronan bi dehan sazî û navendên xizmetguzariyê û xalên asayiş û HSDê li navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran dike. Li gorî amaran jî, heta niha 8 kesan canê xwe jidest dane û hejmarek kes birîndar bûn.
Rêxistina Dêrsimê ya Dem Partiyê, bi armanca şermezarkirina êrîşên Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê, li kolana Hunerê daxuyaniyeke rojnamevanî da.
Kesên kom bûne, bi diruşmên “Rojava ne bi tenê ye”, operasyonên Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.
Pişte jî Polîsên Tirkiyeyê bi egera ku kesên kom bûne moleta daxuyaniyê wernegirtine, êrîşê girseyê kirin û 6 kes binçav kirin.
