• Monday, 16 February 2026
logo

Tiştên taybet ên Şehîd Leyla Qasim geheştin mûzexaneya Şehîdên Rêya Niştiman a li Barzan

Gulan Media December 28, 2023 Nûçe
Tiştên taybet ên Şehîd Leyla Qasim geheştin mûzexaneya Şehîdên Rêya Niştiman a li Barzan

Tiştên taybet ên Şehîd Leyla Qasim ku temenê wan tiştan zêdetirî 50 sale, geheştin mûzexaneya Şehîdên Rêya Niştiman a li Barzanê.

Endama Komîteya Navendî û berpirsa baskê 5 a PDKê Dr. Eşwaq Caf ragehand: ‘’Piştî pêwendiya berdewam a li gel malbata Şehîd Leyla Qasim û baweriya temam bi pîroziya xwîna şehîdên Tevgera Rizgarîxwazîya Kurdî, tiştên taybet ên Şehîd Leyla Qasim ku temenê wan tiştan zêdetirî 50 salane, radestî mûzexaneya Şehîdên Rêya Niştiman a li devera Barzan hatin kirin.’’

Berpirsa baskê 5 a PDKê Eşwaq Caf û şandeya li gel, ji aliyê rêveberê mûzexaneyê Rêbwar Barzanî ve hatin pêşwazî kirin û rêveberê mûzexaneya Şehîdên Rêya Niştiman keyfxweşiya xwe nişandan ji bo pêşandana wê rûmetê ku yekem jin e li Rojhilat Navîn û çarem jine li ser asta cîhanê ku ji ber berevanî kirin ali doza netewa xwe ya ji bo bidestanîna azadî û mafên rewa hukmê darve kirine li ser hatiye cîhbicîh kirin û rûmeteke mezine tiştên wê di mûzexaneyê de bên pêşandan.

 

Basnews

Top