• Monday, 16 February 2026
logo

Silêmanî - Berpirseke Jin a PKKê di operasyoneke MÎTê de hat kuştin

Gulan Media December 28, 2023 Nûçe
Silêmanî - Berpirseke Jin a PKKê di operasyoneke MÎTê de hat kuştin

Saziya Îstixbarata Mîlî ya Tirkiyê (MÎT) ragehand, yek ji rêveberên PKK/KCK – HPJê ya jin a bi navê Zeynep Eyverî ya ku wek Aryen Are tê naskirin di operasyoneke noqteyî de hatiye kuştin.

Li gor çapemeniya Tirkiyê ku nûçe spartine çavkaniyên ewlehiyê, ji aliyê MÎTê ve li ser sînorê di navbera Rojhilatê Kurdistan û Başûrê Kurdistanê li herêma Pencewîn a ser bi Silêmaniyê operasyonek noqteyî hatiye pêkanîn û di encamê de yek ji berpirsên jin ên PKKê ya bi navê Zeynep Eyverî ku wek Aryen Are tê naskirin di wê operasyonê de jiyana xwe ji dest daye.

Li gor heman çavkaniyan ew berpirsa PKKê ya jin di nav amadekariya pêkanîna çalakiyên li dijî hêzên ewlehiya Tirkiyê de bûye.

 

Basnews

Top