• Monday, 16 February 2026
logo

Hikûmeta Iraqê êrîşa Amerîkayê ya li hember milîsan wek êrîşeke dijminane pênase kir û şermezar kir

Gulan Media December 27, 2023 Nûçe
Hikûmeta Iraqê êrîşa Amerîkayê ya li hember milîsan wek êrîşeke dijminane pênase kir û şermezar kir

Hikûmeta Iraqê di ragehandinekê de êrîşên Amerîkayê bo ser bingehên komên çekdar şermezar dike û dibêje, “Hikûmet bi rêya hêzên ewlehiyê bi tundî serederiyê bi êrîşên li ser bingehên nûneratiya diplomasî yên biyaniyan dike.

Di ragehandina Hikûmeta Iraqê de amaje hatiye dan ku, bi rêya hêzên ewlehiyê serederiyê bi hemî dezgehên destûrî û desthilatên qanûnî re dike.

Herwaha  got, “Em hemî bi tundî êrîşên hindek koman bo ser bingehên nûneratiya diplomasî yên biyanî dikin, an wan cihên ku şêwirmendên serbazî yên welatên dostên wan lê ne. Ev êrîş pêştir jî wekî kiryarên dijminkarane hatine destnîşankirin ku bandor li ser serweriya welatê Iraqê heye, û ev jî li jêr her reşwekê, navekî an jî bihaneyekê nayê qebûlkirin”.

Herwaha  Hikûmeta Iraqê êrîşên Amerîkayê yên îro 26.12.2023yê jî bi bihaneya bersivdanê şermezar dike. Êrîşî cihên serbazî yên Iraqê hatiye kirin û bûye sedema kuştina endamekê hêzên ewlehiyê û birîndarbûna 18 kesên din ku kesên sivîl jî di nav de hene.

Hat ragehandin, “Ev kiryareka ron e û tevlî berjewendiyên wan ên hevpar ên domdirêj di berqerarkirina ewlehî û seqamgiriyê nabe, herwaha  dijî wê ye ku Amerîkayê daxwaza mukomkirina peywendiyan bi Iraqê re heye”.

Her di wê ragehandinê de ew yek jî hatiye piştrastkirin ku, “ev pêngav zirarê digehîne peywendiyên dualî yên navbera her du welatan, herwaha  rêyên gehiştina bi hevfehimandinê aloztir dike”.

Amaje daye wê yekê jî ku, “Bi rêya danûstandinên hevpar ji bo bidawîanîna Hevpeymaniya Navdewletî ku di ser hemiyan re nûneratiya binpêkirina qebûlnekirî ya serweriya Iraqê dike”.

Di dawiya wê ragehandinê de hatiye, “Hêzên ewlehiyê di berqerarkirina ewlehî û seqamgiriyê de li seranserê Iraqê serkeftî bûn, herwaha  serkeftin li ser çekdarên DAIŞê jî tomar kir, ku êdî metirsiyê li ser ewlehiya neteweyî ya Iraqê çê nake, lewma jî parastina berhemê vê serkeftinê di naveroka karên me yên pêşiyê yên ewlehî û sitratejî de ye û rêyê nade çi aliyek zirarê bigehîne wan tiştan, ku bi rêya bi hezaran qurbaniyan bi dest ve hatiye”.

Fermandeya Navendî ya Artêşa Amerîkayê parve kiriye, di bersiva wan êrîşan de yên ku li Iraqê û Sûriyeyê bo ser bingehên wan tên kirin, çend bingehên Hizbulahê li nav axa Iraqê kirine armanc.

Amaje daye wê yekê jî ku, li dû helsengandinên destpêkî, bingehên Hizbulahê hatine wêrankirin û çend çekdarên wê jî hatine kuştin, çi zirar jî negehiştine welatiyên sivîl.

 

Basnews

Top