• Monday, 16 February 2026
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxiyê li hunermend Zekeriya Ebdullah dike

Gulan Media December 27, 2023 Nûçe
Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxiyê li hunermend Zekeriya Ebdullah dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya dayîka hunermendê Kurd Zekeriya Ebdullah, di pêwendiyeke telefonî de, sersaxî ji malbata wî re xwest.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 26ê Berçile di pêwendiyeke telefonî de, sersaxî li hunermend Zekeriya Ebdullah kir, ji ber koça dawî ya diya wî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pirse, sersaxî û hevxemiya xwe nîşan da û hêvî xwest ku Xwedê mezin giyana xwedêjêrazî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide malbata wî.

Li hemberê jî, hunermend Zakariya Ebdullah spasî û pêzanîna xwe ji bo pêwendî û hevxemiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê nîşan da.

 

K24

Top