• Monday, 16 February 2026
logo

Di 24 saetan de 22 navend hatin bordiman kirin

Gulan Media December 26, 2023 Nûçe
Di 24 saetan de 22 navend hatin bordiman kirin

Tirkiye berdewame li ser êrîşên xwe bo ser welatiyên medenî.

Li gor nûçeyeke ajansa ANHA dewleta Tirk a dagirker di 24 saetên dawî de li Qamişlo, Amudê û Kobanê 22 navendên xizmetê ku di nava wan de nexweşxane jî hene bombebaran kirin. Di êrîşan de 8 welatî şehîd bûn, 13 jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker duh (25 Kanûn 2023) ji saetên serê sibehê heta saetên destpêkê yên îro (26 Kanûn) navendên xizmetê yên li Qamişlo, Amudê û Kobanê bombebaran kirin.

Li gorî şopandina nûçegihanên ajansa me di bomberanên ku piranî li ser Qamişlo pêk hatin de, 8 welatî şehîd bûn, 13 jî birîndar bûn. Her wiha ziyanek mezin a madî pêk hat.

8 şehîd jî di êrîşên ser Qamişlo de şehîd bûn. Dîsa di êrîşên li ser Qamişlo de 11 kes birîndar bûn. Di êrîşên ser Kobanê de jî 2 kes birîndar bûn.

Êrîşên ku ji Kobanê destpê kirin wiha ne: 

 -Derdora saet 08:00’an li bajarê Kobanî garajek seyareyan

-Li Kobanê heman saetê de navendek şîrketekê hat bombebarankirin.

- Stasyona trênê li bajarê Qamişlo hat bombebarankirin.

-Navendek pîşesaziyê ya li taxa Alaya ya bajarê Qamişlo hat bombebarankirin. Di bombebaranê de welatiyek şehîd bû.

- li Qamişlo navendeke avakirinê ya li ser rêya harwirdorê ya bakurê bajêr hat bomebarankirin.

-Çapxaneya Simav a li ser rêya hawirdorê ya Qamişlo hat bombebarankirin. Di êrişê de 4 karmendên navendê şehîd bûn.

- Kargeha Êman a Cizîrê ya li Qamişlo hat bombebarankirin. Di êrîşê de welatiyek şehîd bû.

- Navenda Dirûnkariyê (Terzîxane) ya  li taxa Meyslûn a bajarê Qamişlo hat bombebarankirin.

-Li navçeya Amûdê kargeha zeytûnan a Rohilat hat bombebarankirin.

- Li Amûdê fabrîqeya nîskan hat bombebarankirin.

- Li Amûdê Salona Dawetê ya Karam hat bombebarankirin.

- Navenda Kobanê hat bombebarankirin

- Nexweşxaneya Meştenûr a li navenda bajar hat bombebarankirin.

- Kargeh û embarek pembo ya li gundê Um El-Fursan ên rojhilatê bajarê Qamişlo hatin bombebarankirin. Di bomberanan de 2 welatî şehîd bûn.

- Gundê Şorkê yên li rojhilatê Qamişlo hat bombebarankirin.

-Navenda avakirinê ya li taxa Enteriye ya bajarê Qamişlo hat bombebarankirin.

-Benzînxaneya Botan (Navê berê El-Felahîn) hat bombebarankirin.

- Deverek li nêzî navenda diyalîzê ya Qamişlo hat bombebarankirin.

- Tekane navenda oksîjenê ya li Qamişlo hat bombebarankirin.

-Xaniyên li taxên rojavayê Kobanê  hatin bombebarankirin.

- Derdora daristana Kobanê hat bombebarankirin.

- Li Kobanê li ser rêya Helebê çewlikek mirîşkan hat bombebarankirin.

Cihên navborî tenê carekê nehatine bombebarankirin. Hinek navend 2 caran, hinek 3 caran hinek 5 caran, hinek jî 6 caran hatine bombebarankirin. Êrîşa herî zêde li ser nexweşxaneya Meştenûr pêk hat. Dagirkeran 6 caran nexweşxane bombebaran kir.

Top