• Monday, 16 February 2026
logo

Ano Cewher nameya pîrozkirinê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî digehîne kilêsayên Kildan û Aşûrî û Siryanan

Gulan Media December 26, 2023 Nûçe
Ano Cewher nameya pîrozkirinê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî digehîne kilêsayên Kildan û Aşûrî û Siryanan

Bi nûneratiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdisatanê, Wezîrê Veguhastin û Gehandinê Ano Cewher li gel Muhsin Elî serdana serokên kilêsayên Kildan û Aşûrî û Siryanan kir, bi merema gehandina diyariyan û nameya pîrozkirinê bi helkefta cejna bûna Hezretê Mesîh û serê sala nû ya Zayînî.

Îro (Duşem, 25ê Berçileya 2023ê) Ano Cewher serdana Serokê Kilêsaya Kildanan li Cîhanê Patiryark Kardînal Mar Lwîs Rufaêl Sako kir û diyarî û nameya pîrozkirinê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi helkefta cejna bûna Hezretê Mesîh û serê sala nû ya Zayînî gehandin wî.


Herwesa Ano Cewher serdana Serokê Kilêsaya Rojhilatê ya Aşûriyan li Cîhanê Patiryark Mar Awayê Sêyê Rwîl kir û diyarî û nameya pîrozkirinê ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi helkefta cejna bûna Hezretê Mesîh û serê sala nû ya Zayînî gehandin wî.


Herwesa Wezîrê Veguhastin û Gehandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi nûneratiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Serokê Taîfeya Siryan Ertedoks li Mûsil, Kerkûk û Herêma Kurdistanê Metran Mar Nîqodîmos Dawid Metî kir û diyarî û nameya pîrozkirinê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi helkefta cejna bûna Hezretê Mesîh û serê sala nû ya Zayînî gehandin Serokê Kilêsaya Siryanan a Ertedoksî li Cîhanê Patiryark Mar Exnatiyos  Eframê Duyê.

 

K24

Top