• Monday, 16 February 2026
logo

4 Kolberên Kurd birîndar bûn

Gulan Media December 25, 2023 Nûçe
4 Kolberên Kurd birîndar bûn

Hêzên rejîma Îranê êrîşî ser wan kirine.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, çekdarên rejîma Îranê êrîşên xwe yên bo ser Kolberên Kurd didomînin.

Hengawê belav kiriye ku, di rojên derbasbûyî de li ser sînorên navbera Rojhilat û herêma Kurdistan li nêzî bajarê Bane, çekdarên rejîma Îranê êrîşî ser karwaneke Kolberên Kurd kirine û di encama êrîşa han de 4 Kolberên Kurd birîndar bûne.

Hengawê herwiha eşkere kiriye ku, roja şemî jî li sînorê Hengejale ya Baneyê Kolberekî din yê Kurd bi destê çekdarên rejîma Îranê hatiye birîndarkirin.

Top