Netanyahu: Planên leşkerî li gor pîvanên Îsraîlê ne
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja yekşemê di civîna heftane ya kabîneya xwe de, raportên ku dibêjin Amerîkayê Îsraîl razî kiriye ku çalakiyên xwe yên leşkerî berfireh neke, red kirin.
Netanyahu bê ku behsa berferehiya van raportan bike, got, "Min raportên derew dîtin ku idîa dikin Amerîka li herêmê rê li ber operasyonan girtiye."
Netenyahu dibêje: "Ev ne rast e. Îsraîl dewleteke serwer e. Biryarên me yên di şer de li gorî hizrên me yên operasyonê ne û ez ê li ser vê yekê berfireh nekim."
Rojnameya Wall Street Journal roja Şemiyê ragihandibû ku Netanyahu ji hêla serokê Amerîkî Joe Biden ve hatiye razîkirin ku êrîşî grûpa mîlîtan a Hizbullahê li Lubnanê neke ji ber fikarên ku ew dê êrîşekê li ser Îsraîlê bike, mîna êrîşa 7ê Cotmehê ya Hemasê li Gazayê li başûrê Îsraîlê.
Netanyahu roja yekşemê israr kir ku kiryarên Îsraîl "neketine bin bandora fişarên ji derve."
Netanyahu got, "Biryara çawaniya bikaranîna hêzên me, biryareke serbixwe ya IDF ye û ne kesekî din e."
K24
