Barzan.. Bi amadebûna Mela Mistefa Barzanî cejna jidayîkbûna H.z Mesîh hat pîrozkirin
Li gundê Bêdyalê yê devera Barzan merasîmeke taybet bi salvegera jidayikbûna hezretî Mesîh hat kirin û Mela Mistefa Barzanî bi nûnertiya Serok Barzanî tê de beşdar bû.
Gundê Bêdyalê yê li devera Barzan ku xelkê wê Xiristiyan in, hemû bone û cejnên xwe bi azadî pîroz dikin û xelkê deverê jî rêz li baweriyên wan digirin.
Pêkvejiyana olî li devera Barzan xwedî rîşeyeke kûr e û Xiristiyanên wê herêmê hertim beşdarî şoreşên Kurdî bûne û ji bo wê jî qurbanî dane.
K24
