• Monday, 16 February 2026
logo

Serokwezîr hêviya rojên xwe bo mesîhiyan dike

Gulan Media December 25, 2023 Nûçe
Serokwezîr hêviya rojên xwe bo mesîhiyan dike

Peyameke pîrozbayî pêşkêşî wan kiriye.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta cejna jidayik bûna HZ Îsa Mesîh peyameke pîrozbayî pêşkêşî welatiyên mesîhî kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Bi minasebeta cejna jidayik bûna HZ Mesîh (silavên xwedê li wî bin) gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî tevahiya mesîhiyên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim û hêvî dikim di xweşî, şadî û aramî de rojên xwe yên cejin derbas bikin.

Di vê minasebeta pîroz de, pêbendiya hikûmeta herêma Kurdistanê bi pêşde birina çanda bihevre jiyana aştiyane û parastina mafên tevahiya pêkhateyan dubare dikin.

Cejna we pîroz be û hertim di nava şadî de bin.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

Top