• Monday, 16 February 2026
logo

Iraq – Bi tometa gendeliyê fermana girtinê ji bo 6 efserên pasewanên sînor derket

Gulan Media December 24, 2023 Nûçe
Iraq – Bi tometa gendeliyê fermana girtinê ji bo 6 efserên pasewanên sînor derket

Desteya Destpakiya Iraqê bi tometa têkelbûna li dosya gendelî û xisarkirina mulk û malê giştî fermana girtinê ji bo 6 efserên payebilind ên pasewanên sînor derket.

Duh 23.12.2023yê Desteya Destpakiya Iraqê ragehand, fermana girtinê ji bo 6 efserên fermandariya pasewanên sînor derxistine ku tometbarin bi gendelî û ziyan gehandina dahata giştî.

Herwaha amaje bi wê yekê jî hat kirin ku ew tometbarên payebilind di asta Lîwa, Efser û Fermandarên giştî de ne û rêveberê jimêryarî û rêveberî û beşên mîrî de cîh digrin.

 

Basnews

Top