• Monday, 16 February 2026
logo

Efrîn: Çekdarekî Emşatê xaniyê Kurdekî bi 800 dolarî firot

Gulan Media December 22, 2023 Nûçe
Efrîn: Çekdarekî Emşatê xaniyê Kurdekî bi 800 dolarî firot

Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê çekdarekî grûpa Emşat xaniyê welatiyekî Kurd bi 800 dolarî firot.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, çekdarekî grûpa Silêman Şahê ku wekî grûpa Emşatê jî tê naskirin li taxa Zêdiye ya Efrînê dest danîbû ser xaniyê welatiyekî Kurd.

Wî çekdarê Emşatê xaniyê welatiyê Kurd bi 800 dolarî firot.

Welatiyê Kurd ê ku çekdarê Emşatê xaniyê wî firot, ji gundê Elî Caro yê Efrînê ye.

Herwiha li gundê Kanî Korkê yê navçeya Cindirêsê çekdarên Emşatê 25 dar birrîne û wekî êzing li bazarê firotin.

Hefteya borî jî, li gundê Meydankê yê navçeya Şerayê çekdarên grûpa Siltan Muradê ya ser bi Tirkiyeyê ve 100 darzeytûnên Nûrî Cebir û 15 welatiyên din birî bûn.

 

Rudaw

Top