Kurdistan û Hindistan têkiliyên xwe bihêztir dikin
Serok Barzanî li gel Konsulusê Hindistanê civiya.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê giştî yê Hindistanê li Hewlêrê Madan Gopal kir.
Di civînê de giftûgo derbarê rewşa siyasiya Îraq û deverê û ev waran de hate kirin ku, dikarin bibin sedema pêşde birina têkiliyên navbera Hindistan û Kurdistan. Di vê derbarê de Konsulusê Hindistanê yê li Hewlêrê daxwaza vê yekê kir ku, di warên pêgehandina karînên însanî, çandî, teknolojiya û nûjdarî de têkiliyên navbera her du aliyan werin pêşde birin.
Her di vê civîna han de Serok Barzanî jî rêzdariya xwe ya li hember rola Serkirdeyên Hindistanê weke Gandî û Nehro diyar kir û ragihand ku, ev Serkirdeyên mezin xwedan rol bûne bo piştîvanî kirina gelên zilim lêkirî, aştî û aramiyê li cîhanê de û ragihand ku, Kurdistan rêzeke gelek taybet bo gelê Hindistan û çanda zengîn û bihevre jiyana Hindistanê heye.
Di beşeke din ya civînê de Serok Barzanî bi awayeke kurt behsa dîroka xebata gelê Kurdistanê kir û Konsulusê Hindistanê jî rol û xebata pêşmerge û gelê Kurdistanê bo azadî û rûbirû bûna terorê bilind nirxand.
