Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Dezgeha Asayişa Niştimanî ya Iraqê civiyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Dezgeha Asayişa Niştimanî ya Iraqê pêşxistina hevahengiya ewlehiyê gotûbêj kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 20.12.2023an pêşwazî li Serokê Dezgeha Asayişa Niştimanî ya Iraqê Ebdulkerîm Ebid Fazil kir.
Di hevdîtinê de, tekezî li ser pêşxistina hevahengiya ewlehî di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hat kirin.
