Konsulê Fransayê: Herêma Kurdistanê bûye cihê pêkvejiyanê
Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê dibêje, “Tevî ku hêşta tarîperestî li ser mirovatiyê gef e, deverên Herêma Kurdistanê bûne cihê pêkvejiyanê”.
Îro 19.12.2023 serê sibehê Kosulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Yan Brem serdana qezaya Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê kir, bi Qaymeqamê Qezaya Amêdiyê Warşîn Mayî re civiya û bi hev re danûstandin li ser nûjenkirina dibistana Qubehanê kirin.
Konsulê Giştî yê Fransayê di konfiransekê rojnamevanî de amaje da wê yekê ku, “Herêma Kurdistanê cihê pêkvejiyanê ye, tevî ku hêşta tarîperestî û tundrêyî li ser mirovatiyê gef in”.
Herwaha got, “Şarezahiyên me di parastina şûnwaran de wesa kiriye ku me li çend deverên cîhanê projeyên taybet ji bo parastina şûnwaran hebin, Herêma Kurdistanê jî yek ji wan cihan e, ku dibin sedema derfetên karî ji bo ciwanan”.
Wekî ku Yan Brem amaje da ku Fransayê dê li paşerojê çend projeyên din jî ji bo deverê hebin û got, “Em bi rêya wan projeyan giringiyê bi pêkvejiyana aştiyane didin”.
Yan Brem li nîva Cotmeha îsal wekî Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê dest bi karê xwe kiriye.
