• Monday, 16 February 2026
logo

Balyoza Amerîkayê pîrozbahiyê li gel û hikûmeta Iraqê dike

Gulan Media December 20, 2023 Nûçe
Balyoza Amerîkayê pîrozbahiyê li gel û hikûmeta Iraqê dike

Balyoza Amerîkayê li Iraqê ji ber lidarxistina hilbijartinên aram û aştiyane, pîrozbahiyê li gel û hikûmeta Iraqê kir û got: Hilbijartinên azad û pak ji civakên demokratîk re ji bo diyarkirina pêşeroja xwe, girîng e.

Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowski îro Sêşemê (19.12.2023) li paltforma “X” nivîsî: “Ez pîrozbahiyê li gel û hikûmeta Iraqê dikim, ji ber lidarxistina hilbijartinên aram û aştiyane.”

Herwiha got: “Pêkanîna hilbijartinên azad û pak ji civakên demokratîk re ji bo diyarkirina pêşeroja xwe, girîng e.”

Romanowski got: “Çavê me li wê ye ku bi serkirdeyên xwecihî yê hilbijartî yên di encûmenên parêzgehan de kar bikin, ji bo bihêzkirina hevpeymaniya berfireh a Amerîkî – Iraqî li seranserê welat.”

Roja Şemiyê, 16ê Berçileya 2023ê, hilbijartinên taybet û roja Duşemê, 18ê Berçileya 2023ê, hilbijartinên giştî yên civatên parêzgehên Iraqê li 15 parêzgehan hatin kirin.

 

Basnews

Top