‘’Helbijartinê nexşeya Kurdistanê bi emanet gehande Çiyayê Hemrînê’’
Desteya Giştî ya Navçeyên Kurdistanê yên Derveyî Îdareya Herêmê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek bi boneya dawîhatina helbijartinên encûmena parêzgehan û beşdariya bi bandor a rûniştvan û kurdên navçeyên Kurdistanî belav kir û ragehand, vê helbijartinê nexşeya Kurdistanî bi emanet gehande Çiyayê Hemrînê.
Daxuyaniyê de hat gotin: ‘’Bi boneya serkeftina helbijartin û beşdariya bi bandor a rûniştvan û kurdên navçeyên Kurdistanî û bidestanîna rêjeyekî baş a dengan û kursiyan li encûmena parêzgehên Iraqê, pîrozbahiyekî germ lê dikin. Ev encamene Kurdistanîbûna wan navçeyan careke din kir rastî û ti derfetekî li pêş wan hizr û eqlê şovenî nehişt ku berdewam bi plan û hizrên cuda yên hewldana têkdana nasnameya Kurdistanîbûna wan navçeyan de bûn.
Herwaha ragehand: ‘’Em piştî encamên helbijartinê bi hêviyekî mezin ve li benda paşerojeke baştirin ji bo navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêmê dikin û hêvîdarin rêveberiya siyasî ya Kurdistanê jî bi dîtina hevbeş û karê pêkve û xebatê bikin ji bo pêkanîna hikûmeta xwecihî li temamê navçeyan û bi yekgirtî û xîtabekî Kurdistanî pêngavên paşerojê ava bikin.’’
Herwaha hêvî dixwazin ev encam dawî bi erebkirinên nû û dagirkeriya nerewa bînin.
Desteya Giştî ya navçeyên Kurdistanî ya Derveyî Îdareya Herêmê di dawiyê de dibêje: ‘’Careke din pîrozbahiya germ lê dikin û nasnameya Kurdistanîbûna xwe li xeyalên dagirkeran guherî bû rastiya dîrokê û we nexşeya Kurdistanê bi emanet bir gehande Çiyayê Hemrînê.’’
Basnews
