• Monday, 16 February 2026
logo

Helîkoptereka serbazî ya Îraqê keft

Gulan Media December 19, 2023 Nûçe
Helîkoptereka serbazî ya Îraqê keft

Wezareta Bergiriyê ya Îraqê ragehand, Helîkoptereka serbazî li Dûzxûrmatûyê keftiye, efserek miriye û efserekê dî jî birîndar bûye.

Serê sibeha îro (Sêşem, 19ê Berçileya 2023ê) Wezareta Bergiriyê ya Îraqê eşkere kir ku, ji ber têkçûna seqayî, helîkoptereka ser bi hêzên asmanî yên Îraqê ve li balafirxaneya Hilêweyê li Dûzxûrmatûyê keftiye.

Herwesa ragehand, li dû encamên destpêkê, di rûdana keftina wê helîkopterê de, efserekê bi pileya eqîd miriye û efserekê dî jî yê bi pileya neqîb birîndar bûye.

 

K24

Top