• Monday, 16 February 2026
logo

Herêma Kurdistanê hewl bo pêşde birina sîstema bankî dide

Gulan Media December 19, 2023 Nûçe
Herêma Kurdistanê hewl bo pêşde birina sîstema bankî dide

Serokwezîr li gel Serokê bankaya geşe pêdanê ya Îraqê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê civata birêvebir ya bankaya geşepêdanê ya Îraqê Ziyad Xelef civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Serokê civata birêvebirin ya bankaya geşepêdan ( Tenmiye) ya Îraqê birêz Ziyad Xelef kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê geşe pêdana abûrî û reformên hikûmeta herêma Kurdistanê yên di warê bankdarî de kir û balkêşande ser vê yekê ku, li herêma Kurdistan û Îraqê derfetên hêlbirîn li kertên curbicur de heye.

Serokê civata birêvebirina bankaya geşepêdanê kêfxweşiya xwe li hember ramanên me yên derbarê pir cure kirina abûrî û ava kirina jêrxan û pêşxistina sîstema bankî diyar kir.

Me herwiha piştîvaniya xwe bo bankayên taybet li herêma Kurdistan û Îraqê bo pêşde birina sîstema darayî û abûrî diyar kir.

 

Top