• Monday, 16 February 2026
logo

Li Serokatiya herêmê merasîmek hate organîze kirin

Gulan Media December 18, 2023 Nûçe
Li Serokatiya herêmê merasîmek hate organîze kirin

Serokê herêmê di merasîmê de beşdar bû û alaya Kurdistanê hilda.

Duh 17ê Sermawezê roja alaya Kurdistanê, li Hewlêrê û bajarên din çend merasîmên curbicur bo pîroz kirina vê roja han hatin organîzekirin.

Yek ji wan merasîma li Serokatiya herêma Kurdistanê bû ku, têde Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî jî têde beşdar bû û gotarek jî pêşkêş kir û behsa girîngiya alaya Kurdistanê kir û daxwaz kir ku, Kurdistan bibe navenda bihevre jiyana aştiyane di bin sêya vê alaya han de.

Serokê herêmê ev roja han pîroz kir û ragihand ku, pêwîste di vê roja han de yekîtî û bihevre bûna xwe bihêztir bikin û got: Alaya Kurdistanê bi tevahiya reng û wateyên xwe ve tabelayeke gelek rengîn û zengîne.

Top