• Monday, 16 February 2026
logo

Dêrazor- 2 Baregehên Amerîkayê rastî êrîşan hatin

Gulan Media December 17, 2023 Nûçe
Dêrazor- 2 Baregehên Amerîkayê rastî êrîşan hatin

Bereya Berxwedana Îslamî li Iraqê” ragihand, wan êrişî du baregehên Amerîkayê yên li Dêrazorê kirine.

Bereya Berxwedana Îslamî ya Iraqê îro di daxuyaniyekê de ragihand, wan bi dronan êrişî hêzên Amerîkayê yên li zeviyên Konilo û El-Omer yên Sûriyê kirine, weke bersivekê ji piştgiriya wê ji Îsraîlê re.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir jî, milîsên ser bi Îranê ve baregeha Amerîkî ya li zeviya petrolê ya Konîko li Dêrazorê kire armanc û dengê teqînan hat bihîstin. Bêyî ku ti agahî derbarê ziyanên mirovî bide.

Diyar kir jî, Hevdem bi bombebarankirina baregehê re, helîkoptereke Hevpeymaniya Navdewletî, ji bo çavdêriya rewşê, li asmanê deverê firiya 

Di dema borî de û piştî şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de, êrîşên li ser baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriye û Iraqê zêde bûne.

Li gorî Wezareta berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) jî, ji meha Cotmehê ve 89 êrîş li ser baregehên Amerîkayê yên li Iraq û Sûriyê hatine kirin.

 

Basnews

Top