• Monday, 16 February 2026
logo

Mîrê Kuwaitê koça dawî kir

Gulan Media December 17, 2023 Nûçe
Mîrê Kuwaitê koça dawî kir

Her îro Mîrekî nû bo vê welatî hate diyarîkirin.

Îro şeme çapemeniya Kuwaitî ragihand ku, Mîrê vê welatî Nevaf Ehmed Cabir Sebah di temena 86 salî de jiber nexweşiyê koça dawî kir.

Nav hatî di sala 1937an de ji dayik bûye û 6mîn Mîrê Kuwaitê piştî ragihandina serxwebûnê bûye.

Herwiha çapemeniya Kuwaitî ragihand ku, her îro biryara 40 rojan şîna giştî hatiye ragihandin ku, kesek bi nave Meşel Ehmed Cabir Elsebah weke Mîrê nû yê Kuwaitê hatiye diyarîkirin.

Top