• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî cejna Rojiyên Êzî pîroz kir

Gulan Media December 16, 2023 Nûçe
Serok Barzanî cejna Rojiyên Êzî pîroz kir

Bi helkefta hatina cejna rojiyên Êzidiyan ku bi Rojên Êzî hatîye naskrin, serok Mesûd Barzanî peyameka pîrozbahiyê arasteyî tevaya Êzidîyan li Herêma Kurdistanê û cîhanê dike, ev jî tekista wê ye:

Bi navê Xudê mezin û dilovan

Bi helkefta cejna Rojiyên Êzî, ez pîrozbahiyê li xûşk û birayên Êzidî li Kurdistanê û hemî cîhanê dikim. Ez hîvîdar im ev cejne aramî û  xweşî û bexteweriyê bo hemî xûşk û birayên Êzidî di gel xwe bîne.

Her bi vê helkefta pîroz, em tekeziyê li tebayî û berfirehkirina ferhenga pêkvejiyan û lêborîn û biratiyê di navbera hemî pêkhatên olî û neteweyî yên Kurdistanê de dikin.

Cejna hewe pîroz be û hemî rojên we cejn û xweşî bin.

Mesûd Barzanî 

14ê Berçileya 2023ê

 

Basnews

Top