Îro salvegera îdam kirina Şêx Ebdulselam Barzaniye
Beriya 109 salan li Mûsilê ji aliyê Osmaniyan ve hate darvekirin.
Şêx Ebdulselam Barzanî ku, birayê mezin yê nemir Mele Mistefa Barzaniye û di deheya 80an ya sala 1980an li gundê Barzanê jidayik bûye.
Şêx Ebdulselam Barzanî ku li dijî zilim û zordariya Osmaniyan Serokatiya raperîna Kurdî dijî Osmaniyan kiriye, hevdem bo cara ewil di nameyekê de ku, bo Osmaniyan şandiye daxwaza serbixweyî û etonomiyê bo Kurdistanê kiriye.
Şêx Ebdulselam Barzanî kariye bi kom kirina eşîrên Kurdî yên li deverê û çekdar kirina wan dijî Osmaniyan, bingeha raperîneke mezin ya Kurdî ava bike.
Şêx Ebdulselam Barzanî li gel vê yekê ku, oldarekî navdar bûye, hevdem reformxwazekî civakî û siyasî jî bûye û yekem kes bûye ku, li deverê de qanûnên jîngehparêziyê xistiye meriyetê.
Nav hatî bi Fermana waliyê Mûsilê yê Osmaniyan Nezîr Paşa di sala 1914an de hatiye darvekirin.
